Xewnek sor û spî
Riha min dagîr dike
Tu yî an Bîranîna te ,
Tu yî an siya te
Sipiyavê li min dixe, hilma te
Soravê, li dêma min,têna te
Li çavên te xweşik dibim ;
Bedevtir ji şakeçên giravên nenas
Binaztir ji şepala mela
Gezoya lêvên te,
Li neval û çiyayê sînge min dibin mêvan
û dikin volkan
govenda tiliyên te ,
Nêrgizên ber keviyan,
Tînin û
Li porê min dihelavîsin
Kezî bi kezî .
Bê lome be ,
Tim û tim
Dilê min
ji liveliva xwe , vala dibe
Li erdî dikeve
Mîna hîre hîra
keniya keça revok
şineba
serdana hêsirên min dike
Nişkê ve ,
Tu ji min koçber
û ez mişextê te.
şandên te tên
hêdî hêdî lawoo…
Hest û helbest
Xwe vedişêrin
li kolanên çavên dilmayî
ez li pey helbestan dibezim
helbest li pey bêjan
bêje laaaaaaal…..
xeyal hildiveşe
tîpên xemok lêêêêl……
ez dimînim ;
niqte û bêhnok !
Gişt ruha şevê
Dihonim ;
Dikim helbest
Bejna te pê dinazînim.
Ji hevokên nîva şevê
Bêje bêje
Hilma te vedizê
Dibî wêne
keniya te
Dikim hêvên
Û
maçên te
Jê saz dibe
Luxeza evîniyê
Û aram
wê li derzûnka dîrokê dihilavîsim!
Bi xwedayê te re
Ji elestê ve
Nihêniyeka min hebûye
Ez dizanim ,tu yê vegerî
Dema helbestvanan dihonim
Bêje ,
ji dest min vedizelin
tu car nabim helbestvan !
Ji govenda ser tiliyên gewez
Siyeke sor
dilive
Ser singê nîva şevê !
Bê xewiya
Rêvîngeke nenas
Li her derî dixe
Û xewna xwe dişopîne
ya li berbangeke luxezavî
Dilê wê xeland!
Nihêniya pênûsa bi şevat
Agir dadaye li dilê nenas
Rêvîngo !
Evîn , sakartir e
Ji şev ,
Û
Min û te!